Îran gotina dawî got: Em ji Sûriyê dernayên

Îran gotina dawî got: Em ji Sûriyê dernayên

PeyamaKurd- Huseyîn Emir Abdullahiyan ku alîkarê taybet yê navdewletî yê serokê meclisa Îranê Elî Larîcani ye ragihand ku dê hebûna wan ya leşkerî li Sûriyê dewam bike.

Li gor ajansa Tasnîmê ya Îranê ku ajanseka nîv-fermî ye, Abdullahiyan gotiye ku piştî DEAŞ li Sûriyê têk here, Îsraîl dixwaze li Sûriyê serdestiya xwe deyne û li hemberê vê armanca Îsraîlê; “bo ji Îsraîlê re bibin asteng, wê Îran hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê dewam bike.”

Abdullahiyan li Îranê navekî li pêşe û di dema Mehmûd Ahmedînejad û Hesen Rûhanî de, di wezareta karên derve de, di asta bilind de wezîfeyên girîng girtiye ser xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin