PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Serheng Rob Manning diyar kir ku artêşa Amerîkayê li hemberî "feliyetên bi niyeta xerab a Îranê" wê hemû gavên ku hewce dike biavêje.
Serheng Manning di agahdarkirina heftane ya çapemeniyê de axivî û pirsên der barê şert û mercên ku Wezîrê Karên Derveyê Amerîkayê Mike Pompeo pêşkeşî Îranê kiribû de agahî da.
Ji bo porsa der heqê daxuyaniya Pompeo û gavên ku wê Pentagon biavêje yan na de Manning got: "Me got ku xebatên Îranê yên bi niyetên xerab ên li herêmê bi kêr nayên. Ew li herêmê hêza îstiqrarê xera dikin. Ez nakevim nav gavên spesîfîk lê Îran hêzeke ku bêîstiqrariyê ava dike ye û ji bo em rê li ber vê bigirin mayê ji destê me tê emê bikin."
Berdevkê Pentagonê Manning destnîşan kir ku ji bo tesîra Îranê ya li herêmê qels kirin divê bi yekdengî hewl bê dayîn lê dema ece bike Pentagon wê gavên nû biavêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin