PeyamaKurd - Tirk îdîa dikin ku Hikûmeta Sûriyê û komên alîgirên wê êrîşên bi mitebeqata Soçiyê hatibûn asta xilasbûnê dîsa zêde kirin.
Tirk dibêjin Rejim û alîgirên wê di van 2 hefteyên dawîn da bi sîlahên giran êrîşî Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê dikin.
Rejim û komên Îran piştgiriyê dide wan bi sîlahên giran êrîşî kozikên mixalifan û wargehên di nav sînorê Îdliba herêma Kêmkirina rageşiyê dikin.
Li gor agahiyên Tirkan, yekîneyên rejima Esed ji duh êvarê vir ve bi topan êrîşî Morik û Latamneya navçeyên Hemayê, herêmên Atşan û Şuramê, eraziyên li Temanîa, Sukeyk û Lehayeya gundên Îdlibê û herêma Til Siltanê dikin.
Piştî nîvro ji Til Siltanê koçê dest pê kir.
Di êrîşan de ji mitebeqata Soçiyê vir ve li gundê Rafayê 7, li gundê Kefer Hamrayê yek, li gundê Bidamayê yek bi tevahî 9 sivîl hatin kuştin, herî kêm 15 sivîl jî birîndar bûn.
Mixalifan di 10ê cotmehê da sîlahên xwe yên giran ji herêmên li gor mitebeqatê hatibûn eşkerekirin vekişandibûn.
Tirk wisa dibêjin lê Rûs û Îranî bi vê yekê qayil nabin û dibêjin lazim e terorîst bi temamî werin paqijkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin