PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê hevdîtina bi hemtayê xwe yê Tirk, Mevlut Çavuşoglu re ragihand, ku ew an li ser ‘qeliandina kok a terorîstên li wir’ û pêkanîna aramiyê li Sûriyê guftûgo kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê hevdîtina bi hemtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re ragihand ku, ew an li ser rakirina astengên di pêşiya bazirganiya navbera herdu welatan de mitabeqet pêkanîne.Sergey Lavrov diyar kir ku sala were dê bibe sala tûrîzmê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de. Îsal hejmara tûrîstên Rûsî ku diçin Tirkiyê wê derkeve ser 5 milyon a. Li ser mijara vîzeyê dê mekanîzmeya şêwrê bê pêkanîn.
Lavrov li ser rewşa Idlîbê jî destnîşan kir, hawirdoreke guncaw dê bê dirustkirin bo awareyên hemwelatiyên Sûriyê vegerin ser malên xwe. Herwiha li ser çekdarên li Idlîbê jî wiha got: “Me li ser qeliandina kok a terorîstên li wir û pêkanîna aramiyê li Sûriyê guftûgo kir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî ji aliyê xwe ve wiha got: "(Li Sûriyê) ji bona berdewamkirina agirbestê divê em bi hev re (Rûsya) xebatan bidomînin. Parastina Îdliba qada bêpevçûn ji bona rewşa însanî û him jî ji bona şerê dijî terorê muhîm e. Li Îdlibê çareseriyeke eskerî wê bibe sedema felaketeke mezin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin