PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, Ekber Turkan got: Bankeya Navendî bihayê dolar di 4 hezar û 200 tumenî de sabît kir lêbelê derengî ket.
Turkan daxuyanî da ajansa nîvfermî ya Îranê û reşa dowîzên li piyaseya welêt nirxand.
got biryara li ser bihayên dowîzê ya hikûmetê di salên borî de hatibû pîlankirin û wiha got: "Bankeya Navendî biryara sabîtkirina kurên dowîzê derengî xist û bû sedema zêdebûna bihayê dowîzê."
Turkan got sepandina ji bo ku meriv pereyan bide ser hev nehat kirin, welatiyên Îranê mal û milkên xwe yên li Îranê difroşin û bi wî pereyî li Tirkiye, Gurcistan û Azerbaycanê dolar dikirin û dema dizvirin Îranê bi xwe ra tînin.
Turkan diyar kir ku hawirdekar bi piştgiriya hikûmetê va amûran bi kura 4 hezar û 200 tumenî dikirin û li piyaseya serbest a welêt jî bi kura 8 hezar û 100 tumenê difroşin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin