PeyamaKurd- Dadgeha navdewletî ya cezayê, xwe amade dike da li ser bûyerên Afxanistanê ku Amerîka li wê derê sûcan dike, lêpirsînan bike. Şîretkarê Amerîkayê yê ewlekariyê John Bolton jî dadgehê bi dorpêçan tehdîd kir.
Mijara dadgehê li ser lêpirsîna kesên ku ji aliyê leşkerên Amerîka de tên binçavkirin, leşkerê Amerîkî bi wan îşkencê dikin. Lêpirsîn li ser vê yekêye. Bolton ragihand ku wê bi dadgehê re hevkariyê nekin û tehdîda dorpêçê li dadgehê kir.
Hat ragihandin ku Amerîka dikare bo dadgeran qedexeya çûna Amerîka deyne û dorpêçan deyne ser fonên dadgehê. Boltonê ku şîretkarê Amerîkayê, dadgehê bi “nerewatiyê” navand û got ku “dadgeh bo wan miriye”. Bolton her weha got ku ew nikarin qedera leşkerên Amerîkayê di destê dadgehê de bihêlin û di haleteke weha de ew nikarin bibin temaşevanê kiryarên dadgehê.
Amerîka ne endamê dadgeha cezayê navdewletiye ku dadgeh di sala 2002an de hatiye danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin