Angelina Jolie vegeriya pês kamerayê

Angelina Jolie vegeriya pês kamerayê

PeyamaKurd – Lîstikvana sînemayê ya navdar a Amerîkî û Qasida Nîyetpakiyê ya Neteweteyên Yekbûyî Angelina Jolie ji nû ve vegeriya pêş kamerayê.

Jolie ku di heman demê de çêkera fîlman e, ji bo fîlmê Those Who Wish Me Dead ku ji pirtûka Michael Koryta senaryoya wê hatiye çêkirin derdikeve pêşberî kamerayê.

Angelina Jolieya 43 salî herî dawî sala 2018an di fîlmê fantastîk macera yê bi navê Malefiz 2 de rol standibû.

Dê fîlmê Angelina Jolie sala 2020an derkeve pêşiya temaşevanên sînemayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin