Serokwezîrê Urdinê Mulqî îstifa kir

Serokwezîrê Urdinê Mulqî îstifa kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Urdinê Hanî el-Mulqî piştî protestoyên dûdirêj ên dijî qanûna bacê ku nîqaş li ser hebûn, îstifa kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Dustûrê ku li Urdinê tê weşandin, Mulqiyê ku îsitfaya xwe pêşkêşî Qral Ebdullah kir, ji wezîrên di hikûmeta xwe da jî xwest ku ew jî îstifa bikin. 

- Peywira avakirina hikûmeta nû ya Rezaz e

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên nêzîkî hikûmetê hat wergirtin, Qral Ebdullah piştî îstifaya Mulqî, Omer er-Rezaz peywirdar kir ku hikûmeta nû damezirîne.

Rezaz di hikûmeta Mulqî da Wezîrê Perwerdeyê bû.

- Protesto bûn sedem ku îstifa bike

Hikûmeta Urdinê pêşnumaya qanûna bacê ku gelek nîqaş li ser hene, di 21ê gulanê da îmze kiribû û sewqî Meclisa Nûneran ku baskê yekemîn ê parlamentoyê ye, kiribû.

Gelek aliyên civakê bertek nîşanî pêşnumaya ku wekî kotekê IMFê tê qebûlkirin, dabûn û ligel paytext Emanê li bajarên wekî Îrbid, Tafîla, El-Kerak, Er-Remse û Meanê dest bi xwepêşandanan kiribûn.

Qral Ebdullah jî bangî hikûmet û meclisê kiribû ku di mijara pêşnumaya qanûna bacê ku gelek nîqaş li ser hene da li hevdu bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin