PeyamaKurd - Welatê Hindistanê bacên gumrikê yên li ser 28 berhemên Amerîkayê zêde kirin.
Hindistanê ev gav piştî ku Washigntonê New Delhî ji lîsta welatên ku dikarin baştir bigihin bazara wê avêt. Ev rakêşana bazirganî bilind dibe berî serdaneke vê mehê ya wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo bo New Delhî. Pompeo kar kir ku Hindistan bihêle kompaniyên Amerîkî bêhtir derbasî bazara wê bin û bend li pêş wan kêm bibin.
Berhemên Amerîka yên ku Hidistanê îro Yekşemê bac li ser zêdekirine; behîv, sêv, goz, nîsk, nok û gelek madeyên din. Hindistan mezintirîn bazar e ji behîvên Amerîkî re û duyem mezintrîn bikira sêvan e.
Piştî van dorpêçên aborî tirs heye ku ev yek siya xwe bide ser hevpariya stratejîk a Amerîka û Hindistanê ku armanca wê rûbirûbûna aborî ya Çînê ye ku her diçe zêde dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin