PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Komîsyona Navbeynkariyê yên Hikûmetên Rûsya-Sûriyê Yuriy Borisov, bi Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad re hevdîtinek pêkanî û li ser başkirina aboriya Sûriyê û rola Moskowayê gotubêj kirin.
Borisov derbarê hevdîtina bi Esad re axivî û gpt, “min silavên Moskowayê ji we re anîn. Em li gorî rêkeftina meha Berfanbarê tevdigerin û pêvajo weke ku hatiye plankirin dewam dike. Ez bawer im ku, em dê di hewildanên xwe yên di warê geşkirina aboriya Sûriyê de bi ser bikevin.”
Esad jî ji bo serdan û hevdîtinê kêfxweşiyên xwe anîne zimên, “Di nava çar mehên dawiyê de em li ser gelek mijaran axivîn û me ji bo pêkanîna wan em dixebitin. Di vê serdanê de em li ser hûrgiliyên wê biaxvin. Ev hûrgilî gelek girîng in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin