Îdîaya mezin ji Erdogan: "Me înkara Kurdan bidawî anî"

Îdîaya mezin ji Erdogan: "Me înkara Kurdan bidawî anî"

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê   Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li ser meseleya Kurdan got: "Li Tirkiyeyê me xizmeta herî mezin bir cihên ku lê bêtir birayên min ên Kurd dijîn. Me hemû qedexeyên mijarên çandî û civakî rakirin, me hemû asteng rakirin. Asîmîlasyon, înkar, me ev polîtaka hemû rakirin." 

Erdogan, li Adiyemanê di çarçoveya bangeşeya xwe ya hilbijartinê de axivî.

Erdogan hemû axaftina xwe li ser HDP û Kurdan kir û ji bo piştgiriya namzedê CHPê Înce li Demirtaş jî rexne li wî girt.

Li ser hewla derbaskirina HDPê ji bendê Erdogan wiha got: "CHP, Serokê wê yê Giştî jî di nav de gelek berdevkê wê wekî ku 'Divê ev partî teqez ji bendê derbas bibe' hema bêje hilbijêrin xwe derdixînin îşportayê. Partiya dibêjin ku bila ji bendê derbas bibe ji ber ku ji bin emrê rêxistina herî destbixwîn a vî welatî dernakeve teşekûleke wisa ye ku nebûye partiyeke siyasî ya rastîn." 

Li ser tifaqa partiyên din jî wiha nirxandin kir: "Hemû dê bên bal hev û di hilbijartinê de pêşiya me bibirin. Em ji namzediya xwe ya ewil a sala 1989an vir ve bi van hesabên mihendisiya siyasetê re têkoşîn didin. Ji ber wê jî em hesab jî yên ku hesab dikin jî nas dikin." 

Di rexneya Muharrem Înce de jî got:

"Em li namzedên serokomariyê dinêrin, ez jixwe hîç qala hin ji wan nakim, ew ne ji bo serokomariyê namzed in, ew namzed in ku navê xwe li ser pisûleya rayê bidin nivîsandin. Tenê namzedê partiya mixalefeta sereke dimîne di dest de. Hûn ev demek e ku wî ji qadan, televîzyonan temaşe dikin. Rastiyê de mirovekî komîk e. Carna bi derewan carna jî vir de wir de diaxive û wextekî xweş bi mirov dide derbaskirin. Lê pirsa esil ev e, mirov dikare birêvebiriya welêt teslîmê kesekî wiha bike?

Birêz Muharrem tu çûyî Edirneyê. Gelo ew şexs nebû ku piştî hilbijartinên 7ê hezîranê bû sedema mirina 53 birayên min ên Kurd? Yaw tu xizmetê kîjan eqlê dikî. Çi ye qaşo namzed e divê bê berdan. Tu çi dibêjî yaw? Tu çi berdidî? Yên ku di 6-7ê cotmehê de mirov berdan hev ev nebûn? Di destê kesê ku niha ji girtîgehê diaxive de xwîna 53 welatiyên me heye."

Ji bo tayînkirina qeyyûman jî  Erdogan wiha axivî: "Şaredar li cihê ku hatin hilbijartin şûna ku xizmetê bikin amûr û wesayîtên ku dewletê texsîsê wan kirin dane rêxistinê û pere ji çiyê re şandin. Heke hûn qala teşkîlatên wan bikin bûbûn navendên komkirina mirovan li ser navê rêxistinê û ew dişandin mirinê. Tenê PKK û CHP dixwazin ku partiyeke wiha teqez di Parlamentoyê de cî bigire." 

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan wiha got: "Îdiaya partiyeke ku di sehayê de hilbijêrin xwe pêşkêşî hin kesan dike jixwe di birêvebiriyê de tune. Hezar lîstikên di serê wan de dê 24ê hezîranê birevin cihekî din. Di demek nêz de dê dest û piyên van li hev bigerin. Li Tirkiyeyê me xizmeta herî mezin bir cihên ku lê bêtir birayên min ên Kurd dijîn. Me hemû qedexeyên mijarên çandî û civakî rakirin, me hemû asteng rakirin. Asîmîlasyon, înkar, me ev polîtaka hemû rakirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin