PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih di hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie re got, "ragêşiya li herêmê kêm bikin.”
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Iraqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, li Qesra Serokomariya Iraqê ya li Bexdayê pêşwazî li General Kenneth McKenzie û şanda pê kir.
Serokomar Salih, di daxuyaniyê de bal kişande ser xurtkirina ewlehiya herêmî û navnetewî û ji bo dabînkirina çalakiyên hevpar û teqez kir ku ragêşiya li herêmê were kêmkirim.
Ji aliyê din ve Fermandarê CENTCOMê General Kenneth McKenzie eşkere kir ku ji bo tunekirina terorê ew dê piştgiriya hêzên iraqî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin