Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên bi sedan gund û mezreyan hatin giritn

Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên bi sedan gund û mezreyan hatin giritn

PeyamaKurd – Li bajarên Bakurê Kurdistanê Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê ev du roj in bê navber berf dibare ku bûye sedema girtina rêyên 648 gund û mezreyan.

Li gorî daxuyaniya şaredariya bajarê Wanê ji ber berfa zêde û rewşa xirab a hewayê rêyên gelek gund û bajarokan hatin girtin ku niha xwe nagihînin 113 niştîngehan ku xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Li Colemêrgê jî li seranserê bajêr rêyên bi qasî 289 gund û mezreyan hatine girtin û xebatên bo vekirina wan rêyan bi maşîneyên kar didomin.

Li bajarê Mûşê jî heta niha ji ber berfê rêyên 86 gundewaran hatine girtin û çûnûhatina wan rawestiyaye.

Herwiha li Bedlîsê jî bandora berfê zêde ye û rêyên 160 gundan hatine girtin ku ji bo paqijkirina berfê û vekirina wan rêyan maşîneyên kar dixebitin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin