PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, îro li payîtexta Qatarê li Dohayê ragihand ku Trump di civîna li Arjantînê ya G-20an de, ji Tayîp Erdoğan re gotiye ku ew dixebitin da Fethullah Gülen û hevalên wî derxin derveyê Amerîkayê.
Ajnasa Reutersê nûçeyê ji devê Çavuşoğlu weha ragihand: “Serokê Amerîkayê Donald Trump bo serokkomar Tayîp Erdoğan gotiye ku ew dixebitin da Gülen derxin derveyê sînor. Trump vê gotinê li Arjantînê gotiye. FBI dixebite bê FETÖ çawa bacê direvîne û di vê mijarê de lêpirsînê dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin