Qasimî: Sêwirmendên Trump wî sas agahdar dikin

Qasimî: Sêwirmendên Trump wî sas agahdar dikin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand: Serokê Amerîkayê rewşa navçeyê, dîrokê û taybetmendiyên gelên wê û guherandinên salên buhurî baş nas nake.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî, di hevpeyvîna bi ISNAyê re de destnîşan kir: Şêwirmendên  bi nav û deng ên Serokê Amerîkayê Donald Trump mixabin  bêyî ku berjewendiyên gelê vî welatî nas bikin, bi raberkirina  lêzanînên  şaş ku ji hin komên terorîstî û hogirê mudaxilekirina Amerîkayê li karûbarên Rojhilata Navîn, dibin sedema xerabûna cihû şûna Trump û berjewendiyên  gelê Amerîkayê.

Qasimî bal kişand ser gotinên Trump yên di hevpeyvîna bi rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journalê û wiha got: Mixabin Serokê Amerîkayê kiriye adet ku hin destanên  pûç û bêbingeh li dijî Îranê bixe rojevê.

Behram Qasimî, bal kişand ser vê yekê ku  siyasetên  maqûl û bingehîn ên  Îranê li karûbarên navçeyê tam zelal û eşkere ne û destnîşan kir: Siyasetên  navçeyî yên  Îranê hemen siyaseta  rawestana li ber fanatîzm û terorîzmê, hewldana  ji bo pêkanîna  aşaitî û ewlehiyê li navçê û cihhatina  geşatiyê li hemî welatên Rojhilata  Navîn e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin