PeyamaKurd - Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan Nasir El-Herîrî ragihand ku hikûmeta Sûriyê 5 mercan li ber damezrandina Komîteya Destûrê datîne. , Herîrî herwiha got ku guhertina demografî li Sûriyê guhertineke pilankirî ye û Îran serperiştiya wê dike, daku projeyên xwe li nav Sûriyê bicih bike.
Di konferanseke rojnamevanî de Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan, Nasir El-Herîrî ragihand ku hikûmeta Sûriyê 5 mercan li ber damezrandina Komîteya Destûrê datîne.
El-Herîrî destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyê daxwaz dike ku piraniya endamên komîteyê ji aliyê wê bin û divê veto jî di destê wê de be, herwiha divê serokatiya komîteyê di destê wê de be.
Li gorî gotina El-Herîrî hikûmet naxwaze tu rola Neteweyên Yekbûyî hebe û proseya siyasî, li gorî biryarên Cenêvê, ne li bin serperiştiya Neteweyên Yekbûyî be.
El-Herîrî got ku hikmûeta Sûriyê dixwaze çend bendên destûra sala 2012an bêne guhertin, li şûna ku destûreke nû bê nivîsîn.
Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, roja 30ê Çileya borî rêkeftin li ser damezrandina Komteya Destûra Sûriyê hate kirin.
Nasir El-Herîrî daxuyakirin ku li Sûriyê guhertina demografî bi awayekî plankirî tê kirin û got Îran jî serperiştiya vê guhertinê dike daku projeyên xwe yên xwecihî, herêmî û navdewletî bicih bike.
Nesir Herîrî got ew ne li dijî vegera penaberan in bo nav Sûriyê, lê divê ew veger di çaçoveya biryarên navdewletî de be.
Herwiha daxwaz kir ku tevahiya girtiyên siyasî serbest bên berdan û proseya siyasî di bin çavdêriya navdewletî bê destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin