Iraq dê qebûl neke ku Tirkiye serweriya wê binpê bike

Iraq dê qebûl neke ku Tirkiye serweriya wê binpê bike

PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî biryar da, ku hêzên Iraqî li ser sînorê bi Tikriyê re werin belav kirin û binpêkariyên Tirkiyê yên li ser erd û esmanê Iraqê bi belge bikin.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî civiya.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîriya Iraqê, di civîna îro de gotûbêj li ser ewlehî û seqamgîrî, qahîmkirina sînor û bi belgekirina binpêkariyên li ser erd û esmanê Iraqê hatiye kirin.

Encûmena Asayişa Niştimnaî ya Iraqê biryar daye, ku binpêkariyên Tirkiyê yên li ser erd û esmanê Iraqê werin belge kirin û hêzên pasevaniya sînor ên Iraqê bi dirêjahiya sînorê navbera Iraq û Tikriyê li ser sînorê hevbeş werin belavkirin.

Di civînê de rêxistin û erkên sereke yên Polîsê Federalî û çekdarkirin û bihêzkirina rola wan a temamker li gel artêşa Iraqê hatiye gotûbêjkirin. Herwiha encûmenê behsa seqamgîriya rewşa Besrayê û rêkarên parastina xelkê û milk û malên giştî jî kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê, Wezareta Derve erkdar kiriye, ku binpêkariyên Tikriyê li ser esmanê Iraqê li cem Netewên Yekbûyî belge bike û di Encûmena Asayişa Niştimanî de jî wan belgeyan dubare pêşkêş bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin