Bernameyên 1ê Îlonê Roja Astiyê ya Cîhanê zelal dibin

Bernameyên 1ê Îlonê Roja Astiyê ya Cîhanê zelal dibin

PeyamaKurd – Sibe na dusibe 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û amadekariyên pîrozbahiyên Roja Cîhanî qediyan. Bi minasebeta roja aştiyê wê li gelek welat û bajaran çalakiyên pîrozbahiyê bêne kirin.

Li Amedê bi minasebata rojê bi dirûşmeya ‘ji bo aştiyeke bi rûmet çareseriyeke demokratik’ li Qada Stasyonê ya Amedê li demjimêr 15.00an tê pîrozkirin.

Walîtiya Amedê daxwaza Partiya Demokratîk a (HDP) ya ji bo lidarxistina mitîngê pesend kir, lê qedexe danî ser dirûşmên wekî ‘qeyûm, qesr û tecrîdkirina aştiyê’.Li gorî biryara walîtiya Amedê, nabe ku peyvên weke ‘qeyûm, qesir û tecrîdkirina aştiyê’ bêne bikaranîn. Dibe ku Kiliçdaroglu û Îmamoglu jî beşdarî mîtînga Amedê bibin.

Li Wanê jî wê bi birêveberiya KESK, TTB, TMMOB û DÎSKÊ bi dirûşma ‘li dijî şer û kotedayan re û deng bide!’ li Parka Musa Anter mîtîgek birêve biçe. Tê çaverêkirin ku Hevserokê KESKê Mehmet Bozgeyîk jî beşdarî pîrozbahiyan bibe.

Li Dêrsîmê jî li pîrozbahiyên 1ê Îlonê wê li Meydana Seyid Riza û saet 17.00an were kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin