Reuters | Doz li karmendê konsûlxaneya Amerîka hat vekirin

Reuters | Doz li karmendê konsûlxaneya Amerîka hat vekirin

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku li Tirkiyê doz li karmendekî din ê konsûlxaneya Amerîkayê hatiye vekirin.

Hat ragihandin ku derbarê karmendê konsûlxaneya Amerîkayê Nazmî Mete Canturk, keça wî û hevsera wî de, ji FETOyê doz hatiye vekirin û dozname hatiye amadekirin.

Li gorî nûçeyê, Canturk bi hinceta pêwendiya ligel FETOyê (Cemaeta Gulen) polîsên Stenbolê di Çileya 2018an de ew xistine hepsa malê û dê danişîna doza wî jî 25ê Hezîranê pêk were.

Beriya niha jî di sala 2017an bi tohmetên sîxuriyê 2 karmendên konsûlxaneya Amerîkayê li Tirkiyê hatibûn girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin