Rêveberiya Joe Biden jineke bi eslê xwe ji Sûriyê li Koska Spî erkdar kir

Rêveberiya Joe Biden jineke bi eslê xwe ji Sûriyê li Koska Spî erkdar kir

PeyamaKurd - Rêveberiya Amerîka ya Serok Joe Biden, jina Amerîkî Aimee Cutrona ya bi eslê xwe ji Sûriyê ye, weke nûnera Amerîka bo Sûriyê li Konseya Ewlekariya Niştimanî ya Koşka Spî erkdar kir.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê Cutrona erkê cîgira Wezîrê Derve ji bo Karûbarên Rojhilata Jêrîn jî bicih bîne. Koşka Spî ragihand ku Cutrona di warê dîplomasiya herêmê de, pir şareza ye.

Aimee Cutrona sala 1999an li paytexta Etyopyayê dest bi karê dîplomasî kiriye û piştre weke berpirseke siyasî li balyozxaneyên Amerîkî li Salvador, Qeter û Misirê kar kiriye.

Di navbera salên 2016-2019an de, Cutrona cîgira serokê şanda Amerîkî ya Behreynê bû û di warê dîplomasiya Rojhilata Navîn de pispor e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin