Pence bo rahîb Andrew Brunson peyam da

Pence bo rahîb Andrew Brunson peyam da

PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence ragihand ku ew piştî berdana rahîb Brunson pê re bi rêya têlê hevdîtinê kiriye. Pence got ku dê têbikoşin da Brunsonî bibin Amerîkayê. Pence got eger Brunson serbest nê berdan, wê dorpêçê deynin ser Tirkiyê.

Pence di ser hesabê xwe yê Tweeterê de weha got: “Piştî Andrew Brunson ji zîndanê berdan, ez bi rêya telefonê bi rahîb Andrew Brunson re axifîm. Welew ji zîndanê derketibe jî ev kesê ayînî di zîndana malê de ye. Min jê re got bo bi temamî serbest bê berdan û vegere welatê xwe Amerîkayê, serok û rêvebirên Amerîkayê çi ji destê wan were dê bikin.”

Dadgeh bi sedema ku li ser navê FETÖ û PKKê sûc û casûsiyê kiriye, Andrew Brunsonê ku di zîndanê de bû, berdan û wî xistin hebsa malê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin