Li bajarê Qamiçlo wek her sal ligel hatina havîna germ, bazara xanûberan jî germ dibe, lê îsal nirx gehiştiye asta gerekî bilind, ew yek jî jiber bilindbûna dolar beramber lîreyî sûrî, herwiha sepandina pereyeke zêde li ser mûtehidan ji aliyê şarederiyan ve.
Nirxê zêde yên xaniyan xelkê dilgiran kiriye, êdî xelk bi zehmetî dikarin xaniyekî ji xwe bikirin.
Li Rojavayê Kurdistanê piraniya pêdiviyên avakirinê bi dolar tên kirîn û firotin, bazirganên xanûberan dibêjin mûtehid neçar in avahiyên xwe bi bilindbûna nirxê dolar re biha bikin, herwiha ew neçar in pereyên ku ew li muhleta avakirinê didin, li ser heqê xanî zêde bikin.
Li bajarê Qamişlo ewlehî û derfetên kar bi rêjeyeke bêtir ji gelek bajarên jêr destê Rêveberiya Xweser hene, ji ber vê yekê jî xelkek zêde berê xwe daye bajar, vê yekê jî krîzeke niştecîbûnê çêkiriye.
Dihat pêşbînî kirin ku îsal bazara dan û stendina xaniyan germ be, lê ji ber sedemên cûda, di nav de jî şewata zadan, herwiha derengketina wergirtina pereyên mûsim, bazar bi awakî lawaz tevdigere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin