El Qûds: Amerîka û Tirkiye li Rojava 3 herêmên ewle ava dikin

El Qûds: Amerîka û Tirkiye li Rojava 3 herêmên ewle ava dikin

PeyamaKurd – Rojnameya El Qûds a erebî li ser herêma ewle ya li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê tê plankirin, raportek belav kir ku tê de dibêje, Amerîkayê plana Tirkiyê ya bi dirêjiya 480 km û kûrahiya 30 kîlometreyan red kiriye û pêşniyara avakirina 3 herêmên ewle kiriye.

Li gorî rojnameya El Qûdsê zanyariyên xwe dispêre çavkaniyeke nêzîkî Nûnerê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey, Washington û Enqerê li ser 3 herêmên ewle li Rojavayê Kurdistanê li hev kirine.

Wê çavkaniya rojnameyê ragihandiye, hersê herêmên ewle jî li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê yên serjimariya Kurdan zêde ye tên plankirin ku mebest sivikirina metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyê ye.

Li gorî rojnamê 3 herêmên ewle yên tên plankirin wiha ne:

Herêma A: Herêma ku ji Kobaniyê heta rojhilatê Girê Spî diçe

Herêma B: Herêma Dirbesîyê û Amûdê digire nav xwe

Herêma C: Herêma ku ji rojhilatê Qamişloyê heta bakurê Malikiye diçe

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin