PeyamaKurd- Li gor rêjeyên herî dawî yên malpera Worldometer ê ku malpera dîjîtale û temamê rêjeyên dinyayê yên nexweşîna kovid-19 ê tê de digihîne hev û belav dike, jimara kesên ku bi vîrusê ketine heya niha li seranserê dinyayê 2 mîlyon û 251 hezar û 777 e. Heya niha 154 hezar û 311 kes mirine. 574 hezar û 386 kes baş bûne. Li gor malperê li hinek welatan halê dawî yê kovid-19 ê weha ye:
-ÎngÎltere: Di 24 sietnên dawî de 888 kes mirine û bi tevahî jimara miriyan gihaye 15 hezar û 464 kesan. Piraniya kesên ku mirine yên li malên hûzûrê dimînin. Ew ne li malên xwe ne û temenên wan jî zêde ne.
-Amerîka: 706 hezar û 779 kes bi kovid-19 ê ketine. 37 hezar û 79 kes mirine.
Îran: Li Îranê jimara kesên mirine ji 5 hezarî derbas bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin