PeyamaKurd- Îro salvegera qirkirina Şingalê ya çaremîn e. Berî niha bi 4 salan di 3yê Tebaxa 2014an de IŞÎDê êrîşî Êzîdiyên li bajarê Şingalê kir û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran keç û jinên wan jî revandin. Keç û jinên Kurdên Êzîdî li bajarên Ereban weke koleyan hatin frotin.
Vê bûyerê di dil û hişên Kurdan de birîneke kûr û giran vekir. Bi hezaran Kurdên Êzîdî li çar aliyên dinyayê bûne koçber û penaber. Gelek zarok û pîr û jin ji nêza û ji têhna û ji ber germê di rêyan de telef bûn. Mixabin ev roj di dîroka Kurd û Kurdistanê de bû rojeke qirêj û tarî.
Çar sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê mixabin hê jî birîna Şingalê û Kurdên Êzîdî nehatiye dermankirin.
Di meha Cotmeha sala 2015an de pêşmergeyên Kurdistanê di bin serokatiya Serok Barzanî de bi 7500 pêşmergeyî li dijî IŞÎDê operasyonek li Şingalê li darxistin. Di 13ê Mijdara 2015an de pêşmergeyan Şingal ji IŞÎDê paqij kirin.
Lê belê dîsa derdê Kurdên Şingalê xilas nebû û agirê dilê hemî Kurdên dinyayê nevemirî. Lewra vê carê jî Şingal di 16 Cotmehê de careke dî ji destê pêşmergeyan derket û ji aliyê leşkerên Iraqê û Heşdî Şebî ve hate vegirtin.
Pirsgirêka Şingalê îro jî li hêviya çareserkirinê ye.
Em jî îro şehîdên Şingalê bi rêzdarî bi bîr tînin û katil û kujerên wan, lanet dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin