PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di pêwendiyeke telefonî de li ser mijara Sûriyê axivîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino ragihand ku di hevdîtinê de li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyê ya ‘plankirî û bi kordîne’ û metirsiyên sînorî yên Tirkiyê hatiye axaftin.
Palladino diyar kir, “Wezîr Pompeo, biryardariya Amerîkayê ya li ser baldarbûna metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyê li sînor dubare kir û girîngiya parastina hêzên ligel hevpeymaniyê şerê DAIŞê kirine (YPG/HSD) anî ziman.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin