General Mezlûm: Kar û roleke mezin heye ku dikeve ser milê Basurê Kurdistanê

General Mezlûm: Kar û roleke mezin heye ku dikeve ser milê Basurê Kurdistanê

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê) Mezlûm Ebdî ragihand, li Sûriyê herêman Kurdan hene û cihên ku Kurd lê dijîn Kurdistan û tekez kir, ew di danûstandinên xwe de yên bi hikûmeta Sûriyê û aliyên din re dest bi navê Rojavayê Kurdistanê ber nadin. Fermandarê HSDê got, tevî ku du rêkeftin di navbera Amerîka û Tirkiyê û Rûsya û Tirkiyê de hatine kirin, lê belê Tirkiye pabendî agirbestê nîne û êrîşên xwe berdewam dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî (Kobanî) beşdarî bernameyeke televîzyonî ya Rûdaw ê bû pirsên Roj Elî Zale bersivandin.

General Mezlûm Kobanî dibêje, bi vekişîna şervanan ji sînor kir û destnîşan kir, li gor rêkeftina Soçî şervanên HSDê bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê Tirkiyê bicih bûne û got, li gor rêkeftina ku HSDê bi Rûsyayê re kiriye, ew Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd bê parastin nahêlin.

Di heftiya bihorî de Serokê Sûriyê Beşar Esed behsa Rojavayê Kurdistanê kir, nerîna we li ser gotinên Serokê Sûriyêçî ye?

Em li bendê bûn helwêsta hikûmeta Sûriyê baştir ba û bêtir erênî ba, lê mixabin naveroka axavtina Serokê Sûriyê Beşar Esed ne erênî bû, ji ber vê jî mijarên ku em rexne bikin, hene. Bêguman hin karên wî yên ku em erênî binirxînin hebûn û ew jî helwêsta xwe yak u bi hêzên me re, bi gelê Kurd re kanala diyalogê vekirî bimîne, ev aliyê xwe yê erênî hebû, yanî wî da xuyakirin ku dixwazin bi Kurdan re li hev bikin û bi Kurdan re bidin û bistînin, li gel Kurdan bi hev re li dijî dagîrkeriya dewleta Tirkiyê bisekinin. Ev aliyê vê yê erênî bû. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêka tevahiya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê helwêsta wî (di asteke) kêm de bû û ji bo çareseriyê têrê nake. Pêwîst e hikûmeta Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û tevahiya herêmên niha di bin serweriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, bêtir nêzîkî mesleyê bibe û bêtir ji diyalogê re vekirî be û hinek gavên bêtir xurttir û bihêztir bavêje.

‘Ew herêmên Kurdan in û navê xwe jî Kurdistan e’

Her li ser meseleya parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, Serokê Sûriyê Beşar Esed amaje bi wê yekê da, ku hin nexşe hene, navê Kurdistanê heye û ew nayê qebûlkirin, li dijî yekparçeyiya axa Sûriyê ye, hûn rijd in li ser hebûna navê Kurdistana Sûriyê?

Ya giring ev e, li vir gelê Kurd heye û axek ku li ser dijî heye û herêmên Kurdan hene, eva divê hikûmeta Sûriyê wana qebûl bike, yanî nabe bêjin gelê Kurd heye lê xaka xwe nîne. Herêmên Kurdan hene, herêmên ku bi tevahî Kurd lê dijîn hene, herêmên ku Kurd ji 90% wan pêk tînin hene, ew herêmên Kurdan in û navê xwe jî Kurdistan e.

Behsa wê dihat kirin ku dixwazin hûn wek feyleqa 5 beşdar bin di artêşa Sûriyê de, dixwazim bipirsin nerîna te li ser tiştekî wisa çî ye? Di heman demê de nerîna Rûsan li ser wê yekê çî ye, ew çi dibêjin?

Na, feyleqa 5 jixwe heye, çimku ew taybet e di artêşa Sûriyê de, eger em bixwazin Hêzên Sûriyeya Demorkatîk bi awayekê cuda rêxistin bikin, belke bibe feyleqeke cuda, du feyleqên cuda. Hejmara Hêzên Sûriyeya Demokratîk tevî hêzên ewekariyê yên din, 100,000 kesî derbas dike, hêzeke mezin e, weke du feyleqan mumkine ku di nava artêşa Sûriyê de xwe rêxistin bike.

Ez bawerim hêzên Rûsî an Rûs bixwe hinekî di vê mijarê de ne zelal in, weke rejîma Sûrîyê weke hikûmeta Sûriyê nafikirin. Ew dixwazin ware leşkerî têk neçe û lawaz nebe û yevlihevî zêde çê nebe, lê belê helwêstekî wan ê zelal nîne. Di navbera me û wan de hevdîtin berdewam dikin û em hêj negihîştine çareseriyekê.

Li gel Sûriyê gelo ti gotûbêjeke we ya ciddî hebûye ku bikarî bêjî, bi rastî danûstandinek ciddî bûye li gel rayedarên hikûmeta Beşar Esed?

Helbet hevdîtinên me bi hikûmeta Sûriyê re ciddî ne, her ji roja yekem ve ciddî ne û ez bawer dikim ew hevdîtin di berjewendiya herdu aliyan de bin, him di berjewendiya hikûmeta Sûriyê de bin û hem jî di berjewendiya me de. Heta niha, ji destpêka krîza Sûriyê ve ji 2011an ve heta roja îro em di vê baweriyê de ne ku hevdîtinên me bi hikûmeta Sûriyê re, car caran lihevhatin hebûn û car caran nakokî derketin, lê ew hemû bi giştî di berjewendiya herdu aliyan de bûn, di berjewendiya gelê Kurd de bûn, di berjewendiya hikûmeta Sûriyê de bû. Eger îro ku dewleta Sûriyê weke dewlet hilneweşiyaye û saziyên dewletê mane li her derê, hevdîtinên me bi hikûmeta Sûriyê re sedemeke esasî ye bo vê yekê.

Hikûmeta Sûriyê divê vê bibîne, hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hebûna tevgera azadiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li hundirê tevahiya Sûriyê bibîne. Ev sedemeke esasî bû ku Sûriye bigihe roja îro û em bêjin hêzên terorîst, kesên dijber, ên ku girêdayî derve ne, negihin armancên xwe, gerek hikûmeta Sûriyê vêya baş bibîne, û em di vê baweriyê de ne, xebata ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye û xebata ku bi tevahî tevgera azadiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê kiriye, eva bingeheke xurt çêkiriye, ji bo ku em û hikûmeta Sûriyê li hev bikin.

‘Tifaqa Rûsan û Tirkiyê piranî li ser mijarên leşkerî bû’

Li gor rêkeftinê ji bilî Qamişlo divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê vekişe, dixwazim bipirsim gelo HSD ji wan 32 km vekişiyane? Çimu Tirkiye hêj jî îdiaya vê yekê dike ku hêzên HSD li hin navçeyan mane. Lê dive HSD ji 32 km vekişe û bi kûrahiya 10 km hêzên Tirkiyê û Rûsya gerên hevbeş encam bidin. Gelo Rêveberiya Xweser li wan navçeyan dimîne û gelo Rûs bi wê yekê razî ne? We çi gotûbêjek li ser vê yekê hebûye?

Tifaqa Rûsan û Tirkiyê piranî li ser mijarên leşkerî bû û diviya hêzên QSD Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekê fermî vekişe û niha ez dikarim bêjim hemû pêk anî. Ti pirsgirêk nemaye ku ev tifaq bi awayekê pratîk pêk wer di aliyê leşkerî de. Weke min got, em gelê xwe bê parastin nahêlin û ti deverên me dê bê parastin nemîne, yanî parastina cewherî ya gelê me, lê belê bi awayekî fermî niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî 32 km xwe bicih kiriye. Lê me û Rûsan jî li hev kiriye ku gelê me bê parastin nemîne, ez vêya jî dikarim evqas bînim ziman. Rêveberiya Xweser jî ne di mijara gotûbêjê de ye û dê karê xwe weke berê berdewam bike.

Em biçin ser pirsa Amerîkayê. Ew alozî û rewşa ku li vir çê bû, bi vekişîna hêzên Amerîkayê dest pê kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, li Sûriyê agirbest bi awayekî temam serkevtî bûye û proseya agirbestê hatiye cîbicîkirin, lê belê li vir rojane şer heye, duh li Til Temir hebû, herwiha rojîn berê li Til Temirê hebû. Gelo ew agirbest serkevtî bûye, hûn li ser wê çi dibêjin? Yan we çi Amerîkayê re gotiye?

Agirbest ne serkevtî ye û ev agirbest pêk nehatiye, dewleta Tirkiyê saetekê jî rêza vê agirbestê negirt û her êrîşa xwe berdewam dike û heta duh êvarî jî êrîşa wan berdewam dikir. Vê sibê jî êrîşên wan hene, topbaran heye, balafirên wan lê dixe û dişewitîne. Hinek cihan, hêzên hikûmeta Sûriyê kete navbera me û tirkan, lê li hêzên hikûmeta Sûriyê jî xistin, ew jî êsîr girtin û kuştin, yanî dewleta Tirk ya xwe her berdewam dike, êrîşên xwe berdewam bike, û venaşêrin dibêjin, bi aşkere dibêjin em pêşde diçin û ewqas gund me girt, ewqas dever me girt, ji ber vê zanyariyên Amerîkarê ne dirist û deqîq in. Odeya Çalakiyaên Hevbeş ku di navbera me û amerîkiyan de heye, ew jî baş dizanin ku wisa ye, û (dizanin) gotinên ez dikim bi vî rengî ye. Raporên ew didin hikûmeta xwe jî li ser vî esasî ye ku Tirk rêzê ji agirbestê re nagirin, êrîşên xwe berdewam dikin û sivîlan dikujin û her kesî dikin hedef. Ev tiştekî askere ye, yanî berdewam dike, ji ber vê jî me ji Amerîkayê bi şêweyekê fermî xwast ku ew tifaqa agirbestê ku bi tirkan re kirine, ku ew garantorê wê ne, gerek bi erkê xwe rabin û tirkan bisekinînin, eger nikarin tirkan bisekiînin jî pêwîst e ew cezayên ku dabûne Tirkiyê, ew cezayê ekonomî, gerek di pratîkê de ew pêk bînin. Tiştê niha divê Amerîka bike ev e, ku trikan bi zorê bide sekinandin.

‘Armanceke nû ya Amerîkiyan heye; parastina bîrên petrolê’

Amerîkayê niha çend binke pêkanîne li Rojavayê Kurdistanê, gelo hûn qet li gel wan li ser mebesta wan a vegerê axivîn. Ango ti garantiyek heye ku hêzên Amerîkî vê derê dîsa bicî nehêlin?

Vê sibehê civîna me li gel hêzên Amerîkî hebû li ser vê mijarê. Rojev ev bû. Amerîkiyan ji me re ragihandine ka bo çi dimînin, 8 madeyên wan hene. Ez naxwazim li vê derê wan madeyan rêz bikim. Bê ka li kîjan deveran dimînin, çend dimînin. Ev weke tifaq li gel hêzên me dê bimînin. Lê ji hinek cihan vekişiyan, weke Minbic, Tebqa û deverên rojavayên herêmên me. Hêzeke wan li Kobaniyê maye. Ji Dêrazor û heta Sêmalka hêzên Amerîkî dê bimînin. Dê li Dêrik û hinek deverên din baregehên xwe çêbikin. Bicihbûna hêzên amerîkî dê di ber çav re were derbaskirin û li gor armancên nû dê ji nû ve xwe saz bikin. Armancên wan ên leşkerî diyar in, dê bi hêzên me re tevbigerin, ne bi serê xwe ne. Hinek armancên wan yên berê hene, berdewam dikin weke berê li gel hêzên me bo zîndan û kampên DAIŞî tê de bên parastin. Hinek bernameyên wan ên alîkariyê bo xelkê deverê hene, alîkarî û rahênana bo Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)dê berdewam bikin. Têkoşîna hevbeş li dijî DAIŞê dê berdewam bike. Li gelek deveran kontrola asmanî dê di destê Amerîkayê de be. Armanceke wan a nû jî heye; parastina bîrên petrolê.

Amerîkayê sozek daye we ku HSDê jî nûneratiyek hebe di wan civînên navdewletî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de?

Soz dane ku hinek nûnerên Bakur Rojhilatê Sûriyê, hem di Komîteya Destûrê de û hem jî di danûstandinên ku li Cinevê pêk tên, li gel aliyên din. Lêbelê niha ev sozên xwe pêk neanîne û em jî zext li ser wan dikin ku sozên xwe pêk bînin.

‘Kar û roleke mezin heye ku dikeve ser milê rêveberiya Başurê Kurdistanê’

Li Başurê Kurdistanê çi heye nehatiye kirin û dikare bê kirin, çi partiyên siyasî û çi jî hikûmet li Başur ku bikarin êriş û şer bidin sekinandin û pêkanîna yekrêziyê di navbera partiyên li Rojavayê Kurdistanê de pêk bînin?

Di warê gelerî de gelek tişt hatin kirin ev cihê spasiyê ye û helbet divê ev berdewam bike. Divê cîhan bibîne ku Kurd yek in û pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê ne tenê pirsgirêka aliyekê ye an jî partiyekê ye, ev pirsgirêka tevahiya gelê Kurd e. Ji ber hindê helwestên her sê perçeyên din ên Kurdistanê taybet jî ya Başurê Kurdistanê girîng e di vî alî de, divê gelerî jî hebe û xurttir be. Helbet Rêveberiya Herêma Kurdistanê  cihekî xwe heye di dîplomasiya cîhanê de û cihekî xwe yê diyar heye. Peywendiyên xwe bi herkesî re hene. Em dizanin di vê demê de hinek rol lîstîn, piştgiriya gelê Rojava kirin. Divê ev xurttir be û berdewam bike ji ber ku metirsî ranebûye.

Ji bo ku aliyên siyasî jî bibin yek ku hinek alî hene rêveberiya Başurê Kurdistanê guhdarî dikin, ji bo ku yekrêziyek çêbibe, hêj hinek kar û roleke mezin heye ku dikeve ser milê rêveberiya Başurê Kurdistanê.

‘Me dizanîbû ku Bexdadî li kû derê ye lê belê ji bo ku em encamekê bigirin, hêzeke leşkerî ya mezin pêwîst bû’

Di kuştina Bexdadî de roleke HSDê ya berbiçav hebû. Ez dixwazim vê yekê bipirsim; ew zanyariyên ku li ber destê we hebûn derbarê cihê Ebûbekîr Bexdadî de, eger Amerîka beşdar nebûba we dikarî çi bikin?

Ew operasyoneke hevbeş bû. Ne me dikarî bi tenê bikin û ne Amerîkayê dikarî bi tenê bike. Pêwîst bû me bi hev re kar bikira bo ku operasyon serbikeve. Eger em rastiyê bêjin, me dizanî Ebûbekîr Bexdadî li ku derê ye, me cihê wî jî diyar kiribû, me mala ew tê de jî diyar kiribû. Ew demeke dirêj jî bû li ser erdê me dişopand. Lêbelê ji bo ku em encamekê bigirin, hêzeke leşkerî ya mezin pêwîst bû, teknîkeke leşkerî ya xurt pêwîst bû, ango hêzeke weke Amerîkayê pêwîst bû ku me bi hev re ew kar kiriba. Ji ber vê em dikarin bibêjin eger Amerîkî berê vekişiyaban, ne mumkin bû û operasyon bi ser nediket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin