PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hejmarên herî kêm ên ji destpêka pandemiya vîrusa koronayê ve eşkere kirin.
Di daxuyaniya îro 21ê Kanûnê ya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin, di 24 demjimêrên borî de 165 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine ku piştî demeke dirêj hejmara herî kêm a mirinan hat tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê daye xuyakirin ku 165 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 44 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 84 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.
3 kesên wefat kirine jî 1 kes li Hewlêr, 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Duhokê ye.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 358 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne 176 kes li Hewlêrê, 9kes li Silêmaniyê, 159 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê û 11 kes li Germiyanê ne.
Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê heta niha 101826 ke bi koronayê ketine, 3243 ke pê mirina û 67261 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin