Berpirsê ragihandina DAISê li Kerkûkê hat girtin

Berpirsê ragihandina DAISê li Kerkûkê hat girtin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê girtina berpirsê ragihandina DAIŞê, di daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Iraqê de hat eşkerekirin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê, Osman el Xanimî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, “Firqeya Mekanîze ya ser bi Serkirdatiya Polîsê Federalî, derbeke nû li DAIŞê da, piştî hêzên wê, berpirsê ragihandinê yê van çeteyan li bajarê Kerkûkê girtin.”

Herwiha Osman el Xanimî diyar kiriye, çekdarên DAIŞê êdî nikarin li ser bihosteke axa Iraqê jî çalakiyan lidarxin.

Fermandariya Polîsên Fedralî ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de dibêje, hêzên polîsên federali, berpirsê ragihandina DAIŞê li bajarê Kerkûkê girtine ku di serdema desthilata DAIŞê de, di dîwana xizmetguzariya DAIŞê de kar dikir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ew berpirsê DAIŞê beşdarî çend êrîşên wê rêxistinê yên li ser hêzên ewlehiyê û welatiyan bûye.

Fermandariya Polîsên Fedralî herwiha dibêje, piştî diyarkirina liv û tevgera wî ji aliyê istixbarata polîsên federalî ve, tîmên taybet hatin pêkanîn û bi ser cihê wî de girtin û li gor maddeya 4 a terorê ew girtin, pişt re radestî aliyên taybet hat kirin, da ku lêkolînan temam bikin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin