Serokê Herêma Kurdistanê: Dr. Firset Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû

Serokê Herêma Kurdistanê: Dr. Firset Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû

PeyamaKurd –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêûresma xatirxwestina cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî de gotarek pêşkêş kir û diyar kir, Dr. Firset Sofî mînakeke ciwan a welatparêziyê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêûresma cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî de got: ‘‘Diktor Firset kêm jiya, lê jîyana wî tijî kar û berhem bû. Bi çîroka serkeftina jîyana xwe, wêneyekî xweş ji me hemûyan re hişt.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: "Do Serok Barzanî jê re nivîsand û got min kurekî xwe ji dest da. Kesayetî, konsolxane, xelkê Hewlêr û Kurdistanê jî ew weke stêreke li ezman binav kir.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya gotara xwe de destnîşan kir: ‘‘Dr. Firset çendî mebesta wî ji bajêr re bû, ewqas û zêdetir jî armanc dikir ku ji bo gund û deveran gelek tiştan bikin. Ew her tim bi wê xemê bû û ji min re jî digot, ji ber rewşa aborî û kêmbûna dahatê, em nikarin wek tê xwastin xizmetê bikin."

Herî dawî Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Dr. Firset carekê bi sivikî Korona girt û baş bû, lê cara duyem mixabin koça dawiyê kir."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin