Joe Biden: Em ji nû ve vedigerin nav lîstikê!

Joe Biden: Em ji nû ve vedigerin nav lîstikê!

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, ragihand, “Dibêjim ku Amerîka ji nû ve vegeriya. Em ji nû ve vedigerin nav lîstikê.”

Her çiqas heta niha serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump têkçûna xwe ya hilbijartinê hêj qebûl nekiriye jî serokên piraniya welatên cîhanê û zilhêzan pîrozbahî li serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kirin.

Herî dawî serokên welatên Almanya, Fransa û Brîtanyayê jî bi rêya telefonî ligel Biden axivîn û seroktiya wî ya dahatî bo Amerîkayê pîroz kirin.

Joe Biden jî di beyaneke xwe ya bo rojnamevanan de diyar kir ku Amerîka ji nû ve vegeriya û ew ji nû ve vedigerin nav lîstikê li qada cîhanê.

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê rêveberiya Trump Mike Pompeo jî bi serdaneke fermî derketiye gera Ewropa û Rojhilata Navîn ku bi dorê serdana Fransa, Tirkiye, Gurcistan, Îsraîl, Qeter, Îmart û Erebistana Siûdî dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin