Behreyn: Êrîskirina ser Balafirxaneya Hewlêrê kiryareke terorîstî ya tirsenokî ye

Behreyn: Êrîskirina ser Balafirxaneya Hewlêrê kiryareke terorîstî ya tirsenokî ye

PeyamaKurd – Behrêyn, bi daxuyaniyekê êrîşa ser Balafirxaneya Hewlêrê şermezar kir û diyar kir, ew bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin ku Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê li Iraqê kiriye armanc.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karûbarên Derve ya Behreynê: “Êrîşkirina ser Balafirxaneya Hewlêrê, kiryareke terorîstî ya tirsenokî ye, yasaya navdewletî û binemayên mirovahiyê binpê dike. Behrêyn piştevaniya xwe ji bo Iraqê nîşan dide û piştevaniya hemû rêkarên hikûmetê dike ji bo parastina aramî û asayîşa Iraqê, bi taybetî serwerî û berjewendiyên wê. Ji ber vê yekê em bi girîng  dibînin ku Civaka Navdewletî jî bi tundî wan kiryarên terorîstî şermezar bike ku aramnca wan zêdekirina ne aramî û têkdana seqamgîriya Iraqê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin