PeyamaKurd - Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad, eşkere kir ku wê hikûmeta Iraqê vê mehê jî 200 milyar dînaran bişîne û di çarçoveya rêkeftina Hewlêr-Bexdayê de jî wê ji bo 6 mehên 2021ê trîlyonek û 200 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê.
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, hikûmeta Iraqê biryar daye vê mehê jî 200 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendên Kurdistanê bişîne û dê di demek nêzîk de karên şandina wî diravî dest pê bikin.
Beşîr Hedad da zanîn, ew 200 milyar dînarê ku Bexda dişîne, tenê pêşekî ye heta teftîş û çavdêriya dahatên neneftî yên Herêma Kurdistanê xilas dibe, wê di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de hikûmeta Iraqê bo 6 mehên destpêkê yên îsal jî tirîlyonek û 200 milyaran bide Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin