PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko li ser dorpêçên Yekîtiya Awrûpayê bo ser Rûsyayê, got YA yê mekanîzmayên dorpêçan çêdikin û li ser rêyekî şematek de ye. Aleksandr Gruşko li Atînayê bo çapemeniyê ragihandina xwe kir.
Dîplomatê Rûs Gruşko got di warê kîmyewî, mafên mirovan û êrîşên sîberî de YA yê mekanîzmayên paralel xistiye rê û wan mekanîzmayan dikare li ser kesan, dezgeran, rêxistinan, şîrket û karsazan bandorê bike.
Gruşko her weha hişyarî da ku dawiya vê rêyê nîne, rêyeka şemateke, di têkiliyan de nezelaliyekî mezin heye. Pirsigirêk ne tenha di navbera Rûsya û YA yê de ye lê bo bazirganiya dinyayê jî û weha dewam kir:
“Bi vê sedemê, weka sistematîk û hem di têkiliyên me yên bi YA yê re, bo pêşdeçûna têkiliyên me yên aborî yên normal û normên Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê, em bi kiryarên li dijî van norman re rû bi rû ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin