'Tirkiye êrîs bike, wê DAIS xwe ji nû ve ava bike û dîsa bibe gef ji cîhanê re'

'Tirkiye êrîs bike, wê DAIS xwe ji nû ve ava bike û dîsa bibe gef ji cîhanê re'

PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Hundir a Birêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Elî Heco, li ser gefxwarin û amadekariyên destwerdana Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê metirsiya ji bo hejmara mezin a girtiyên DAIŞê anî ziman.

Heco li ser metirsiya girtiyên DAIŞê yên di destê HSDê de ji medya herêmê re wiha axivî:

“Çi êrîş li dijî herêmê pêk were, wê xerabî û ne aramî xwe bide der, nemaze ku hejmareke mezin a terorîstên DAIŞê di gitîgehên HSDê de ne. Ev jî wê bihêle, kontrolkirin zehmet be û DAIŞ di rêya çeteyên xwe yên girtî û şaneyên razayî re, xwe ji nû ve ava bike. Bi vê jî wê tadarî li giştî cîhanê bibe.”

Heco bi bîr xist ku berî 2 rojan, fermandarê giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî heman tişt anîbû ziman û wiha got: “Bi êrîşa dewleta Tirk re, wê DAIŞ ji berê mezintir û bihêztir bibe.”

Elî Heco diyar kir ku “dewleta Tirk bi behaneya ku herêma bakur û rojhilatê Sûrî gefekê jê re çêdike, dixwaze erdê me dagir bike. Lê belê, ew ji projeya Netewa Demokratîk bixwe ditirse.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin