Pûtîn: Rûsya xwediyê çekên herî pêsketî ye

Pûtîn: Rûsya xwediyê çekên herî pêsketî ye

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand, ku çekên tu welatan ne wek yên Rûsyayê pêşkevtî ne û got:  Çekên wan ên herî bilez in û qet tiştek nîne ku Rûsya jê bitirse.

Vladimîr Pûtîn li Soçiyê beşdarî panelekê bû û got: "Em li pêş pêşbirkeyê ne, çekên tu kesekî wek ên me bilez nînin. Ewên din mijûl in ku van çekan sal û nîv du salên din biceribînin, ê me ji niha ve hene."

Pûtîn da zanîn, ku xelkê Rûsyayê amade ne bi kêfxweşî xwe ji bo Rûsyayê bikin qurbanî û baştirîn sîstema berevaniyê heye, lewma tiştek nîne ku ew jê bitirsin, di demekê de ku xwediyê vî xelkî û van çekan e.

Serokê Rûsyayê got: "Em ji tiştekî natirsin, welatek navçeyeke wê ya wiha hebe, sîstemeke wê ya berevaniyê ya wiha hebe, xelkekî wiha hebe ku amade ne berevaniyê li serwerî û serxwebûna me bikin. Xelkê hemû welatekî wek xelkê welatê me ne hewqasî bicoş in ku ji bo axa dayîkê xwe bikin qurbanî."

Vladimîr Pûtîn destnîşan kir, ew çekên ku niha di destê Rûsyayê de ne, welatên din ji nû ve hewl didin wan çêbikin û got: "Em li pêş pêşbirkeyê ne, çekên ti kesekî wek ên me bilez nînin. Ewên din mijûl in ku van çekan sal û nîv du salên din biceribînin, ê me ji niha ve hene."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin