Bakirhan: Nîqasên guhertina destûrê ne jidil in

Bakirhan: Nîqasên guhertina destûrê ne jidil in

PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di serdana xwe ya bajarê Mersînê de derbarê nîqaşên çend rojên dawî yên deshilatdariya Tirkiyê li ser guhertina destûra bingehîn daxuyanî dan.

Bakirhan ragihand ku nîqaşên li ser guhertina destûrê têne kirin ne jidil in û got, li welatekî ku ziman û nasnameya kurdan hatibe qedexekirin û berpirsên Kurd di girtîgehê de bin, hewldanên guhertina destûra bingehîn bi cidî nayên hesibandin.

Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan diyar kir, destûra heyî ya Tirkiyê li dijî nasname, çand û baweriyên cuda ye û got: “Vê destûrê mafê wekheviyê ji bo baweriyên weke elewiyan misoger nekiriye. Ziman û çanda kurdan qebûl nake û çand û baweriyên cuda di nava xwe de nahewîne.”

Herwiha Bakirhan da zanîn ku ew wek partî bi destûreke nû re ne, lê divê destûreke demokratîk be ku ji bo wê jî pêdivî bi xebata xurt û ji dil heye.

Hevserokê DEMê got ku baweriya partiya wî û gelê kurd bi hewldanên AK Partiyê yên ji bo destûra nû tune ye û wiha pê de çû:

“Di vî welatî de baweriya kê bi hewldanên destûra nû tê ku Demîrtaş, Yûksekdag, Can Atalay û bi dehan parlementer û şaredar di girtîgehê de ne. Deriyên girtîgehan bi ser girtiyan tê şikandin û tên îşkencekirin. Ji ber vê yekê divê Erdogan bersivê bide ku dê lihevhatinê li ser kîjan pîvanan bike. Ji ber ku destûr ne mijareke ku yek du partî li ser wê li hev werin, lê peymanek civakî ye û divê nêrîna hemû pêkhateyên civakê bê wergirtin.”

Bakirhan bal kişand ser bendewariyên kurdan ji bo destûra nû û got: “Ez ê tiştekî girîng bêjim. Gelo di gotûbêjên destûra bingehîn de, behsa pêwendiyên hikûmeta navendî û desthilata xwecihî, welatîbûn, azadî, wekheviya aborî, mafê jinan û xwezayê hatiye kirin? Me hîn ev tişt nedîtine. Em ne li dijî destûra demokratîk in, lê destûreke ku du peyvên kurdî qebûl nake, desthilatdariyek ku perestgehên elewiyan hildiweşîne, govenda kurdî qedexe dike, biryarên dadgeha destûrî û dadgeha mafê mirovan a Ewropayê red dike, nabe cihê baweriyê ku bikare destûreke cidî pêk bîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin