PeyamaKurd – Li welatê Rûsyayê li devera İrkutskê balafira bombebaranê ya tîpa Tu-22M3 dema difiriya ket. Muretebatê di balafirê de kursiyên xweavêtinê bikaranîn û rizgar bûn. Ragihandin ji aliyê wezareta berevaniyê ya Rûsya de hat kirin. Wezaret weha got:
“Muretebatê nav balafirê kursiyên xweavêtinê bikaranîn û rizgar bûne. Balafir li ciyekî tenha ket. Ciyê balafir lê ketiye, ti xesar nebûye. Li gor zanîna me ya niha balafir ji ber ariza teknîkî ketiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin