PeyamaKurd - Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî bi şaşî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bombebraran kirin û di encamê de 21 şervanên HSDê bûne qurbanî.
Îşev beriya demekê li nêzîkî bajarokê Hecîn li rojhilatê Dêrezorê bi bombebarana balafirên Hevpeymaniya navdewletî bi şaşî 6 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 15 şervan jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xwecihî bi sedema bombebarana balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka serperiştiya wê dike 6 şervanên HSDê li rojhilatê Dêrezorê canê xwe jidest dan û 15 jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin