PeyamaKurd- Koalîsyona di bin serokatiya Amerîkayê de li Sûriyê li bajarê Dêra Zorê li dijî IŞÎDê operasyoneke hewayî pêk anîn. Li gorî agahiyan di encama bombebaranê de li gundê Bederanê 5 kesên sivîl hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên Amerîkayê di 18 û 19ê Cotmehê de jî li herêma Dêra Zorê êrîşên hewayî kiribûn û di van êrîşan de gelek sivîl hatibûn kuştin.
Ji xeynî vê jî hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê di navbera komên opozîsyona Sûriyê de şer derketiye û di encama şêrr de 15 kes hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin