PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê îro danê sibê Çiyayê Bêxêr ê navçeya Şêxanê bombebaran kirin.
Li gor zanyariyan, îro Şemiyê 15ê Nîsana 2023an di saet 10:30an de balafirên şer ên Tirkiyê du caran ser hev Çiyayê Bêxêr bombebaran kirine û bombebaran bûye sedema tirs û nîgeraniya gundiyan.
Hat zanîn, di nava sê mehan de ev cara çarem e ku Tirkiye heman cihî bi hinceta hebûna baregehên PKKê bombebaran dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin