PeyamaKurd – Hat ragihandin ku vê sibehê balafirên keşfê yên artêşa Tirkiyê, erebeya hêzên rejîma Sûriyê bombardiman kirin û di encamê de jî leşkerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine, îro danê sibehê balafirên keşfê yên artêşa Tirkiyê, erebeya hêzên rejîma Sûriyê li gundê Hêmir ê girêdayî Girê Spî kirin armanc û di wê êrîşê de leşkerekî artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin