Balikesîr di nava 10 saniyan de du caran hejiya

Dîroka weşanê :
Balikesîr di nava 10 saniyan de du caran hejiya

PeyamaKurd – Li navçeya Sindirgiyê ya bajarê Balikesîrê yê Tirkiyeyê, îro saet 10:34an de du erdhejan li pey hev rû da.

Li gorî daneyên Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Awarte (AFAD), di nava 10 saniyan de erdhejek bi pileya 4.1 û ya din jî bi pileya 4.2 çêbû.

Hat ragihandin ku erdheja yekem 10.73 kîlometre û ya duyem jî 6.91 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye. Ev lerizîn piştî erdheja bi pileya 5.1 a ku duh şev li heman navçeyê çêbûbû, qewimîn.

Erdhejên li pey hev, ne bi tenê li Balikesîrê, lê belê li bajarên cîran ên wekî Bûrsa û Yalovayê jî bi awayekî diyar hatin hiskirin.

Heta niha derbarê zirarên canî an malî de agahiyeke fermî nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin