PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyê îro Pêncşemê 16ê Kanûnê biryara xwe ya mehane ya li ser rêjeya faîzê eşkere kir. Banka Navendî wekî dihat pêşbînîkirin careke din pûanek faîz kêm kir.
Beriya biryar bê eşkere kirin nirxê dolar li bazarên Tirkiyê gihîşt zêdetirî 15 lîreyan û piştî biryarê jî nirxê dolar li hember lîreyê Tirkî gihîşt 15,64 lîreyê Tirkî.
Banka Navendî ya Tirkiyê meha borî jî pûanek ji faîzê kêm kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi taybet piştî kûrbûna krîza aborî li ser kêmkirina faîzê rijd e û faîzê wekî sedema zêdebûna bihayî û enflasyonê dibîne.
Lê belê aborînas jî berevajî daxuyaniyên Erdogan dibêjin, kêmkirin û zêdekirina faîzê ti bandorê li ser zêdebûna enflasyon û bihayiyê nagire û pêwîst e polîtîkaya aborî ya Tirkiyê ji binî ve were guhertin û li gorî rêbazên zanistî biryar li ser werin dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin