PeyamaKurd- Berpirsê ofîsa Basrayê ya komîsyona meclisa Iraqê Mehdî et-Tamîmî bi nivîskî ragihand ku bi sedema qirêjiya ava vexwarinê li bajarê Basrayê, jimara kesên bi jehrê ketine derket 80 hezarî.
Li gor rêjeyên wezareta çavkaniyên avên Iraqê; Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) dibêje ku divê qirêjiya nav ava vexwarinê ji 1.200 î derbas nebe. Lê qirêjiya ava vexwarinê ya bajarê Basrayê niha li dora 7.500 î ye.
Ava Basrayê ji devera Şettulerebê tê. Şettulereb ew devere ku ava çemê Dîcle û Firatê digihîje hev. Di demên dawiyê de gemara nav ava vê deverê zêde dibe û dezgeya ku avê paqij dike tineye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin