Berdevkê Kremlînê: Pûtîn û Erdogan disibine hev!

Berdevkê Kremlînê: Pûtîn û Erdogan disibine hev!

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlin a Rusyayê Dmitriy Peskov, di hevpeyvîneka medya rûsî de, got ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dişibine hev û ji ber vê jî heta ji bo pirsgirêken zehmet jî bihevre çareseriyê dibînin.

Peskov diyar kiriye ku Pûtîn dema hevdîtinên xwe hemû arîşeyan bi eşkereyî radixe pêş û çi gotibe soza xwe bilez bicih tîne.

Berdevkê Kremlînê herwiha da zanîn ku hem Pûtîn hem jî Erdogan berpirsiyariyên xwe hildigirin û herdu jî kontrolê di destê xwe de digirin ku bilez biryaran dikarin bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin