PeyamaKurd- Berdevkê rêxistina terorîst DAIŞê Ebû Huzeyfe el-Ensarî piştî du salan cara yekem peyameke dengî weşand. Ensarî di peyama xwe de gef li hikûmeta nû ya Sûriyeyê xwar û rêveberiya Ehmed Şera wek "kafir û murted" îlan kir.
Di peyamê hat gotin, "Piştî du salan em bang li we dikin. Di van du salan de yek ji bûyerên herî girîng, rakirina bandora Îranê ya li ser Sûriyeyê bû. Lê belê anîna lîderekî ku ji Rojava û Tirkan re dilsoz, nîşan dide ku em di têkoşîna li dijî van koman de mafdar in. Şam di bin serweriya Xaçparêzan de ye. Ew difikirin ku wan li Şamê dawî li cîhadê aniye, lê ev tenê qonaxeke nû ya vê têkoşînê ye."
Huzeyfe herwiha gotiye, "Paşeroja Şera, wê ji paşeroja Mazlûm Ebdî an jî Esad çêtir nebe" û diyar kiriye, "Rejîma nû ya Sûriyeyê bi hikûmeta xwe ya laîk û artêşa xwe ya neteweyî ve kafir û murted e."
Herwiha Berdevkê DAIŞê diyar kiriye, "Ji bo mucahîdên li Şamê, pêşengiya sereke şerê li dijî wan e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin