PeyamaKurd – Serokê dewleta Iraqê Berhem Salih li ser bûyera Diyalayê ya terorî ku ji aliyê DEAŞ ê de hat kirin û tê de 11 kes hatin kuştin, di ser hesabê xwe yê Tiwtterê de daxwuyanî da û got:
“Hewlên vejandina terorê ciddîne û nabe em bi çavekî sivik lê binêrin. Li Diyalayê qehremanên artêşê yên ku rastî êrîşa terorê hatin, êrîşeka tirsonekiyê ye û ewlehiya me kirine armanc. Hewlên vejandina terorê di herêmê de sivik nînin. Wezîfa me ye ku em hukumetakî ava bikin da karibe ewlehiya netewî biparêze, hêzên hundir yên cepheye xwurt bikin û bidestkeftiyên destûrê bidin dewam kirin.”
Berdevkê artêşa Iraqê tumgeneral Yahya Resûl û serokwezîr Mustafa Kazimî fermanê dan da li ser êrîşa Diyalayê ku tê de 11 kes hatibûn kuştin, lêpirsînekî lezgîn bidin destpêkirin. Resûl weha got:
“Femandariya artêşa Iraqê ferman da ku ber li planên terorê bigrin, di herêmên ku DEAŞ tê de ne, operasyonên mezin bikin û asta amadebaşiyê derxin asta herî bilind. Ji bo terorîst cezayê adilane bistînin, li kîjan deverê bin, em ê bikevin pey wan û wan ji ser vê axê paqij bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin