PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Iraqê Qasim Erecî ku bi serdaneke fermî li Tehranê ye got, pêwendiya rêxistina terorîst DAIŞê û Amerîkayê heye.
Qasim Erecî di civîna ligel emîndarê encûmena bilind a asayîşa netewî ya Îranê Elî Şemxanî got: “Hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê sedema herî serekî ya teror û neseqamgiriya Iraqê ye.”
Elî Şemxanî îdia kir ku Îran xwedî zanyariyên teqeze ku Amerîka piştevaniya DAIŞê dike.
Herwiha li gor nûçeya ajansa IRNA ya Îranê Qasim Erecî di civînê de hebûna pêwendiyên navbera Amerîka û DAIŞê piştrast kiriye û ragihandiye: “Dabeş kirina grubên terorîst wekî baş û xirab û danûstandina li gor du pîvanan ligel wan nîşaneya piştevaniya terorê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin