Berpirsê NY banga danîna dadgeha navdewletî bo DAISiyan kir

Dîroka weşanê :
Berpirsê NY banga danîna dadgeha navdewletî bo DAISiyan kir

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo darizandina terorîstên DAIŞê û pûçkirina îdyolojiya wê, banga avakirina dadgeheke navdewletî kir.

Serokê tîma lêpirsîna tawanên terorîstên DAIŞê li NY Kerîm Esad Ahmed Xan, da xuyakirin ku divê kirinên DAIŞê bê hesabpirsîn nemînin û banga avakirina dadgeheke Navdewletî ji bo terorîstên DAIŞê kir.

Kerîm Xan got, “Divê li qurbaniyên terora DAIŞê were gudarkirin. Bi vî awayî wê sûcên dijmirovî yên DAŞê ji cîhanê re eşkere bibin. Herwiha wê îdeolojiya DAIŞê û metirsya wê pûç bibe.”

Herwiha Kerîm Xan da xuyakirin ku mînakên dadgeha ku ji bo darizandinan DAIŞiyan bê danîn gelek in û wekî mînak yek ji wan dadgeha Nurberg a ku li Almaniyayê ji bo dadgehkirina naziyan hatibû avakirin e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin